PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî li ser pejirandina budçeya Iraqê peyamek vîdyoyî belav kir û tê de diyar kir hêvîdar im pejirandina budçeya Iraqê bibe hêvînê baştirkirina rewşa siyasî û aborî li Iraq û Herêma Kurdistanê.
Herwiha da zanîn: ‘‘Ev encam ne dawiya rêya me ye, ji ber destpêka rêyeke nû ye û hêvîdar im ev bibe hêvînê baştirkirina pêwendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Iraq û awayê karkirina nû di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmet û aliyên siyasî yên Iraqê.’’
Talabanî destnîşan kir: ‘‘Em hemû aliyan piştrast dikin ku di cîh de em ê pêbend bin bi bicîhanîna vê yasayê.’’
Qubad Talabanî eşkere kir: ‘‘Ev ne tenê destkeftê min e, ji ber berhemê karê hemû aliyekî ye.’’
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku bi danûstanên li gel Bexdayê xwe westandin û got: ‘‘Serokê Hikûmetê berdewam li ser xetê bû di dema danûstandinan de.’’ <>
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin