Serokwezîrê Lubnanê Saad Herîrî ragihand bo seredana Erebistana Si’ûdî bike, ji Erebistanê hatiye dawetkirin û wê di demeka nêz de here Erebistanê.
Herîrî got ku piştî seredana berdevkê qralê Erebistana Si’ûdî, musteşarê dîwana qraliyetê Nizar Elûla ku hatibû seredana Herîrî, Herîrî dawet kiriye bo Erebistanê. Hevdîtina wan gelek baş çêbûye û wê di demak nêzde here seredana qralê Erebistanê.
Di hevdîtinê de Elûla bo Herîrî ragihandiye ku qralê Erebistanê gotiye ew bi xelkê Lubnanê re ye û li serxwebûn û hukumraniya Lubnanê rêz digrin. Qral, hem xwestiye ku di hemû sektoran de bi hevre hevkariyê bikin. Li gor ragihandina ajansa fermî ya Lubnanê NNA ye, piştî hevdîtina Herîrî , Elûla bi serokê Lubnanê bi Mişel Awn re jî hevdîtinê kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin