PeyamaKurd - Di navbera Duhok û Baedrê de di demjimêr 2ê şevê de du otomobîl li hev ketin û di encama bûyerê de du kesan jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyan, her du şofêrên otomobîlên ku li hev ketin, di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane.
Hat ragihandin ku di bûyerê de 5 kes jî birîndar bûne. Birîndar ji bo nexweşxaneya Duhokê hatine rakirin, lê yek ji birîndaran birîna wî giran e û di bin çavdêriya hûr a bijîşkî de ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin