Li Çewligê bi hêza pileya 5.8an erdhej çêbû

Li Çewligê bi hêza pileya 5.8an erdhej çêbû

PeyamaKurd – Li bajarê Çewligê yê Bakurê Kurdistanê, îro danê êvarê erdhejeke dijwar a bi hêza 5.8an rû da. Erdejhê bandor li ser bajarên derdorê jî kir ku bû sedema tirseke mezin.

Li gorî ragihandina Çavdêrxaneya Kandillî ya Zanîngeha Bogaziçîyê, li demjimêr 17:24an erdhejeke bi tundiya pileya 5.8 a rixterê rû daye ku navenda wê navçeya Kanîreşê ye (Kaliova) û ji kûrahiya 5.7 kîlometran a erdzemînê ve ew erdhej çêbûye.

Saziya Hawarçûnê ya Tirkiyê AFADê jî hêza erdhejê wekî 5.7 û kûrahiya wê jî 5.0 kîlometre tomar kir.

Li gorî agahiyên destpêkî, klubeyeke hêzên Cendermeyan hilweşiyaye û tevî ku cerdevanek di bin kavilan de maye 2 cerdevan jî birîndar bûne.

Hîn derbarê ziyanên erdhejê de zêdetir agahî nehatine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin