Mamosteyeke Kurd wek yek ji deh mamosteyên herî bas li ser asta cîhanê hat naskirin

Mamosteyeke Kurd wek yek ji deh mamosteyên herî bas li ser asta cîhanê hat naskirin

PeyamaKurd – Saziya navdewletî Weqfa Varkey, mamosteyeke Kurd a ji Rojhilatê Kurdistanê, wek yek ji deh mamosteyên herî baş li ser asta cîhanê nas kir.

Mamosteya Kurd, Sureya Muteherniya ku alîkariya zarokên nexweş û kêm-endam dike da ku ji xwendinê qut nebin, di çarçoveya Xelata Cîhanî ya Mamosta (Global Teacher Prize) ya Weqfa Varkey de, wek yek ji baştirîn mamosteyên cîhanê hat hilbijartin.

Wezareta Perwerde û Hînkirinê ya Îranê jî îro di malpera xwe de ragihandiye, Sureya Muteherniya, mamosteya dibistana gundê Hesen Teymûr li qezaya Bîcar a parêzgeha Sineyê, wek yek ji deh mamosteyên herî baş li ser asta cîhanê hatiye hilbijartin.

Weqfa Varkey, saziyeke xêrxwazî ya cîhanî ye ku baregeha wê li Londonê ye û di sala 2010an ve hatiye damezrandin û li gel UNESCO û UNICEF jî hevkariyê dike.

Sureya, beşa Zanistên Siyasî û Pêwendiyên Navdewletî qedandiye û 26 sal in ezmûna wê ya mamostetiyê li dibistanên Bîcarê heye û demeke dirêj e mamosteyê dibistana gundê Hesen Teymûr li Bîcarê ye.

Di malpera Global Teacher Prize de jî derbarê wê mamosteya Kurd de hatiye gotin: “Li ser handana dê bavên xwe, wê saziyek xêrxwaziyê damezrandiye ku alîkariya 1,100 xwendekaran kiriye ku pirsgirêkên wan ên tendirustî û perwerdehiyê hebûn, û herwiha ji bo jinên ku pirsgirêkên wan ê zewac û cudabûnê hebûn, kar peyda kiriye. Herwiha wê ji bo mexdûrên erdheja li Kirmaşanê û mexdûrên lehiya li Loristanê jî alîkarî kom kirine.”

Sureya Muteherniya ji ajansa PANA ya Îranî re derbarê pîşeya mamostetiyê de axiviye û gotiye: “Mamosteyek dikare encamên herî baş ên perwerdehiyê yan jêhatîbûnê derbarê xwendekarên xwe de bidest bixe, ku kesayetiya her xwendekarekî nas bike û di alîkariya ji bo çareserkirina her sê kêşeyên wî yên li malê, derveyî malê û dibistanê û di dibistan û sinifê de, serdestiyeke rêjeyî bidest bixe. Ji bo vê yekê di destpêkê de, erkê dibistanê ye ku pakêteke zanyariyan ji şert û mercên jiyanê, pîşeyên dayik û bavan û zanyariyên din ên pêwîst debrarê xwandekaran de amade bike, ku heya radeyekî jibo nasîneke giştî ya derbarê xwandekaran û pêgeha wan a civakî de alîkariya mamoste dike, yan jî eger pakêteke wiha ya zanyariyan di dibsitanê de tunebû, mamoste bixwe li sinifê bi gotûbêjên li gel xwandekaran, dikare wan zanyariyan bidest bixe.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin