Mazlum Abdi: Êrîşên Şamê yên ser taxên Kurdên Helebê lihevkirinê bi zahmetî dixe

Dîroka Weşanê :
Mazlum Abdi: Êrîşên Şamê yên ser taxên Kurdên Helebê lihevkirinê bi zahmetî dixe

PeyamaKurd – Şerê li Helebê yê di navbera HSDê û artêşa Sûriyê de dewam dike û ji fermandarê HSDê Mazlum Abdî daxwuyaniyekî hat dayîn. Mazlum Abdî got ku divê yekser şer bidin rawestandin û eger şer dewam bike, dikare bibe sedema encamên bi xeter. Êrîşên ser taxên Kurdan û tehliyekirina Kurdan derbê li îhtîmala lihevkirinê dixe.”

Mazlun Abdî got ku bo şer raweste bi terefan re hevdîtin dewam dikin û dewam kir:

“Bombekirina sîvîlên bê çek û ajotina wan ji ser ciyên wan û di wexta pêvajoya muzakereyan de êrîşkirina ser taxên Kurdan, şansê li hevkirinê qels dike.

Çareseriya yekalî nayê qebûlkirin û berê li peravên Sûriyê û Suweydayê komkujî hatin kirin. Li taxên Kurdan bicîhkiirna tank û topan, bombekirina xelkê sîvîl, di pêvajoya muzakereyan de êrîşên ser xelkê, pêvajoyê dixe talûkê, demografiya herêmê diguhêre û xelkên li taxan bi komkujiyê re rû bi rû dihêle.

Em bi xelkê xwe yê li taxên Eşrefiyê û Şêx Meqsûdê re ne û bo rawestandina şer bi terefan re bi hevre dixebitin. Bo malbatên şehîdan taziyeyên xwe ji dil û can radigihînin, sersaxiyê dixwazin û bo başbûna birîndaran dua dikin.”