Mazlûm Ebdî: Qetlîama Elewiyan rawestînin!

Mazlûm Ebdî: Qetlîama Elewiyan rawestînin!

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî bang li Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şera kir ku bi berpirsyarî nêzî rewşa li welat bibe û qetlîama Elewiyan rawestîne.

Mazlûm Ebdî di daxuyaniya xwe ya roja Yekşemê 9ê Adara 2025ê (îro) de amaje bi wê yekê kir ku divê serokê demkî yê Sûriyê Şera ji bo rawestandina komkujiya Elewiyan destwerdana bûyeran bike.

Mazlûm Ebdî ku got, "Tirkiye û komên ku ji aliyê komên tundrew ên Îslamî ve tên destekkirin, berpirsyarê herî sereke yê komkujiyê ne" pêşniyar kir ku Ehmed Şera li ser avahiya artêşa nû ya Sûriyeyê, bi taybetî reftarên hin komên çekdar binirxîne.

Mazlûm Ebdî hişyarî da ku hin komên li welêt cihên xwe ji bo çêkirina nakokiyên mezhebî bikar tînin û da zanîn ku ew bi Ehmed Şera re hevdîtinan dikin da ku hêzên xwe bi Hêzên Parastina Sûriyeyê ve girêbidin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê derbarê daxuyaniyên Ebdî de ti daxuyanî neda. Wezareta Derve ya Tirkiyê jî bersiv nedaye daxwaza Reutersê ji bo şîroveyê.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov îro di daxuyaniyekê de ragihand ku hejmara kuştiyên şerê li Sûriyê gihîştiye 1018 kesan.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji kesên canê xwe ji dest dane 745 sivîl in.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin