PeyamaKurd – Emîr Babûlî, kurdê xelkê bajarê Mehabadê ku berê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi giştî bi 7 sal girtîgehê hatibû cezakirin, bo birêvebirina cezayê girtîgehê hate girtin û bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hate veguhastin.
Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirov ya Hengawê, 17ê mijdara 2024an, Emîr Babûlî, xelkê gundê "Lec"ê girêdayî bajarê Mehabadê piştî gazîkirina Şaxê Birêvebirina Cezayan a vî bajarî hate girtin û bo derbaskirina heyama 5 sal cezayê lê hatiye birîn, bo girtîgeha navendî ya Mehabadê hatiye veguhastin.
Hengaw hatiye agahdarkirin ku Emîr Babûlî berî niha ji aliyê Şaxê Yekem a Dadgeha Şoreş a Mehabadê ve bi tohmeta "endamtiya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê" bi 5 sal girtîgehê û bi tohmeta "propagandaya li dijî hikûmetê" bi salek girtîgehê hatibû cezakirin ku li gorî qanûna Serhevkirina Cezayan, cezayê herî giran e ku dê were pêkanîn.
Herwiha di dosyeyeke din de ji aliyê Şaxê 101ê ya Dadgeha Keyferî ya 2ya Mehabadê ve bi tohmeta "hilgirtin û ragirtina çekan" bi salek girtîgehê hatibû cezakirin.
Emîr Babûlî (43) demjimêr 6ê sibêha 16ê Tîrmeha 2022yan, li meşa êrîşa hêzên Îtilaata Spahê bi ser mala wî li gundê Lecê yê ser bi Mehabadê de hatibû girtin û piştî 7 mehên binçavkirinê li 12ê sibata 2023yan, bi danîna barimteyê û bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan.
Hêjayî gotinê ye ku, Emîr Babûlî di heyama binçavkirinê de ji mafê hevdîtina bi parêzer û bi malbata xwe re hatibû bêparkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin