Serokê Wagnerê: Me Bakhmutê xist destê xwe

Serokê Wagnerê: Me Bakhmutê xist destê xwe

PeyamaKurd – Serokê şîrketa ewlehiyê an ku leşkerên bi pere ya Rûsyayê yê Wagnerê Yevgeny Prigozhin, îro di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku wan bajarê Bakhmutê xistine destê xwe. Li gor ragihandina serokê Wagnerê ya di înternetê de bûyer wehaye:

“Bi sedema qelsbûna înternetê, kiryara daleqandina alan ku me vîdeyoya wê kişandiye, wê temamê wê seet di navbera 18.00 û 20.00an de bê nîşandan. Prigozhin li pêşiya leşkerên Wagnerêye ku alên Rûsyayê û pankartên Wagnerê hildigrin. Wagner temamê bajêr xistiye destê xwe.”

Li aliyê dinê berdevkê aretêşa Ûkraynayê Serhiy Cherevatyi ji bo çapemeniyê ragihandiye ku daxwuyaniya Wagnerê rast nîne û leşkerên Ûkraynayê li bajarê Bakhmutê şerê xwe dewam dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin