Mesrûr Barzanî li ser salvegera "Komkujiya Helebceyê": Divê em her tim van tawanan bi bîr bînin

Mesrûr Barzanî li ser salvegera "Komkujiya Helebceyê": Divê em her tim van tawanan bi bîr bînin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got, “Divê em her tim van tawanan bi bîr bînin. Divê ev yek me han bide ku em mafên xwe yên netewî biparêzin û pêkhateya Herêma Kurdistanê biparêzin.”

Serokwezîr Barzanî ji bo 36emîn salvegera Komkujiya Helebceyê peyamek weşand.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Di 36. salvegera kîmyabaran û komkujiya Helebceyê de, em şehîdên bêguneh ên bajarê hêja yê Kurdistanê ku bûne qurbaniyên hovîtiya rejîma berê ya Iraqê û bêdengiya civaka navdewletî bi bîr tînin.”

Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê jî kir, ku armanca sereke ji vê tawanê û tawanên din ên rejîmên li pey hev ên Iraqê li dijî gelê Kurd, jenosîda gelê Kurd û jinavbirina nasnameya wan e, Mesrûr Barzanî got: “Nabe em van tawanan ji bîr bikin. Divê ev yek me han bide ku em mafên xwe yên netewî biparêzin û pêkhateya Herêma Kurdistanê biparêzin.”

Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir ku, gelek xemgîn û nîgeran e ku hikûmetên li pey hev yên Iraqê piştî rûxandina rejîma berê amade nebûn tazmînat bidin malbatên şehîdên Helebce, qurbaniyên Enfal û tawanên din û got: “Ev mafê rewa û destûrî yê gelê Kurdistanê ye. (Hikûmeta Iraqê) jî amade nîne prosedurên pêwîst ji bo Helebce bibe parêzgeh temam bike.”

Em weke erkê xwe dibînin ku em xizmeta xelkê Helebce bikin.” Mesrûr Barzanî serdana xwe ya meha borî ya Helebceyê bi bîr xist û got, “Di serdana xwe ya Helebceyê de me hemû daxwazên ku ji aliyê parêzgar û berpirsên îdarî yên Herêmê ve hatibûn pêşkêşkirin, pesend kirin. Em hêvîdar in ku ji niha û pê de zêdetir xizmeta gelê Helebce yê welatparêz û fedakar bikin.”

Serokwezîr Barzanî diyar kir ku ew ti carî şehîdên Helebceyê û jenosîda ku li ser gelê Kurdistanê hatiye kirin ji bîr nakin û got: “Nabe ku tiştek bi me, van tawanan bide jibîrkirin. Divê em bi berdewamî bînin bîra gelê Kurdistanê ku divê berdêlan bidin. Bila ruhê şehîdên Helebce û hemû Kurdistanê sax be.”