PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 13ê Çileyê pêşwazî li Koordînatorê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê Joshua Harris kir.
Di civînê de ku Konsula Giştî ya Amerîkayê li Kurdistanê Wendy Green amade bû, pêşvebirina pêwendiyên dualî, rewşa giştî ya Iraqê û danûstandinên aliyên siyasî yên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê hatin gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, her du alî hevnêrîn bûn ku divê rêz li qeware û statuya destûrî û federalî ya Herêma Kurdistanê bê girtin. Hate destnîşankirin ku divê maf û şayisteyên darayî yên Kurdistanê werin dabînkirin û hikûmeta federal şandina mûçeyên fermanberan bidomîne; bi taybetî mûçeyên meha 11 û 12 yên sala borî (2025) ku hîn nehatine şandin.
Koordînatorê Balyozxaneya Amerîkayê Joshua Harris piştgiriya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê û bi taybetî ji bo çaksaziyên di sektorên cuda de nû kir. Harris diyar kir ku Herêma Kurdistanê di navçeyê de "hevkar û hevalbendekî bihêz û girîng ê Amerîkayê ye."
Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî spasiya Amerîkayê kir ku her tim piştgir û hevkariya Herêma Kurdistanê kiriye.
Guhertin û pêşhatên dawiyê yên li navçeyê, mijareke din a goftûgoyên hevdîtinê bû.