Mesrûr Barzanî û Îlham Aliyev li Davosê civiyan

Dîroka Weşanê :
Mesrûr Barzanî û Îlham Aliyev li Davosê civiyan

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya beşdarbûna xwe de ya di 56emîn Korbenda Aborî ya Cîhanî (Davos) de, îro 20ê Rêbendana 2026an li Swîsrayê bi Serokê Azerbêcanê Ilham Aliyev re hevdîtinek pêk anî.

Di hevdîtinê de, bipêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Azerbêcanê de, bi taybetî di warê aborî, bazirganî û veberhênanê de, hatin nirxandin.

Her du serkirdeyan li ser giringiya xurtkirina têkiliyên dualî li hev kir. Her wiha, alozî û geşedanên dawî yên li herêmê, bi taybetî rewşa şer û tundûtûjiya li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê, mijarên sereke yên gotûbêjê bûn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê vê hevdîtinê de li ser hesabê xwe yê fermî yê Xê daxuyaniyek belav kir û tê de wiha got:

Kêfxweş im ku li #WEF26 li gel Serokê Azerbêcanê Îlham Aliyev civiyam. Me li ser pêdiviya xurtkirina peywendiyên dualî, bi taybetî di warê veberhênan û bazirganiyê de li hev kir. Me rewşa herêmê û Sûriyeyê gotûbêj kir; min fikarên xwe yên derbarê tundûtîjî û zêdebûna aloziyên leşkerî de anîn ziman."

Mesrûr Barzanî, ku ji bo nûnertiya Herêma Kurdistanê li Davosê ye, di çarçoveya vê korbendê de bi gelek serok, serokwezîr û rayedarên payebilind ên cîhanê re civînên xwe didomîne da ku daxwaz û nêrînên Herêma Kurdistanê li ser asta navneteweyî bide naskirin.