PeyamaKurd – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya koça dawî ya Qaso Şeşo, peyameke sersaxiyê arasteyî fermandarê navdar ê Êzîdî Qasim Şeşo û malbata wî kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de hevxemiya xwe ya kûr nîşan da û diyar kir ku ew xwe wekî hevparê xema malbata Şeşo dibîne.
Barzanî ji Xwedê daxwaz kir ku ruhê rehmetî bi beheştê şad bike û sebir û aramiyê bide kesûkarên wî. Qaso Şeşoyê ku birayê fermandarê Şengalê Qasim Şeşo bû, piştî rûbirûbûneke dirêj a bi nexweşiyê re koça dawî kir.