Mesrûr Barzanî: Armanca Invest Kurdistan ew e ku rehetiyê bide sermayedaran

Mesrûr Barzanî: Armanca Invest Kurdistan ew e ku rehetiyê bide sermayedaran

PeyamaKurd Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasima destpêkirina platforma sermayerazandinê ya serhêl ya Herêma Kurdistanê Invest Kurdistanê de amaje bi wê yekê kir ku ew platform ji bo hêsankirina sermayedarên navxweyî û biyanî hatiye damezrandin.

Mesrûr Barzanî diyar kir, armanca Invest Kurdistan ew e ku proseya sermayerazandinê zêdetir pêşde bibe û asankariyê ji sermayedaran re peyda bike.

Serokwezîr eşkere kir, bi saya platforma navborî veberhêner dikarin bi lez xwe bigihînin zanyariyan li ser derfetên Kurdistanê û got, sektora giştî û sektora taybet hevdu temam dikin.

Serokwezîr anî ziman ku ew di salên borî de di pêvajoyên aborî yên dijwar re derbas bûne û diyar kir, ew di van pêvajoyan de bi ser ketine.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya sektora taybet a Herêma Kurdistanê kir û got, ew kar dikin ku veberhênerên navxweyî û biyanî zêdetir baweriya xwe bi bazara Kurdistanê bînin.

Serokwezîr destnîşan kir, wê di warê dîjîtalîzekirinê de hewlên xwe zêde bikin û diyar kir, xwezaya Herêma Kurdistanê ji bo çandinî, pîşesazî û geştiyariyê guncaw e.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê jî kir ku ew li ser hewlên xwe yên ji bo zêdekirina pirrengiya aborî ya Herêma Kurdistanê berdewam in û got, hêza mirovî sermayeya wan a herî mezin e.

Serokwezî da zanîn, xwezaya Kurdistanê sermayek din a girîng e û got, ev îmkan heye ku bibe navendeke geştiyariyê li tevahiya Rojhilata Navîn.

Serokwezîr bal kişand ser wê yekê, ew çaverê ne budçeya Iraqê bi awayekî adilane û dûrî siyasetê were dabeşkirin û got, hevtêgihîştina wî ya baş ligel serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin