PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Amerîkayê qebûl kir ku sîstema bergiriya hewayî ya Patriotan bifroşe Polonyayê. Di nava paketê de 48 rampayên ku fuzeyan davêjin yên M903, 644 heb fuzeyên Patriotan yên PAC-3 MSE hene ku bi temamî dike 15 milyar dolar.
Wezîrê karên derve yê Polonyayê Mariusz Blaszczak jî di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku Amerîka firotina sîstema Patriotan qebûl kiriye. Wezîr Blaszczak got ku di nav paketê de 48 heb rampayên ku fuzeyan bi wan davêjin yên Patriot M903, 644 fuzeyên PAC-3 MSE, 48 heb kîtên Lançerê,12 heb sensorên binî yên hewa û parastina fuzeyan (LTAMDS), 12 heb sîstema ku enerjiyê xwedî dike yên LTPS ku bi temamî miqdarê perê wê dike 15 milyar dolarî.
Blaszczak got ku ji bo pêngava bê wê li benda biryara kongrê bin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin