Yunanistan: Erdogan û Mitsotakis dê bicivin

Yunanistan: Erdogan û Mitsotakis dê bicivin

PeyamaKurd- Çapemeniya Yunanistanê ragihand ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan û Serokwezîrê Yunanistanê Kiryakos Mitsotakis dê di çarçoveya Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya ku di meha îlonê de li New Yorkê bê lidarxistin de bicivin.

Kanala televîzyonê SKAI TV ya Yunanistanê ragihand ku di çarçoveya Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya ku di meha îlonê de li New Yorkê tê lidarxistin de dê Erdogan û Mitsotakis rû bi rû hevdîtinekê bikin.

Hat gotin ku civîna bilind a Erdogan û Mitsotakis dê "di encama gavên nêzîkbûna navbera Yunanistan û Tirkiyeyê de" pêk were.

Berdevkê Hikûmeta Yunanistanê Pavlos Mainakis jî got, "Welatê me her tim bi daxwaza berdewamkirina diyalogê û rêzgirtina li hemû tiştên ku me di mehên borî de gotibûn, bêyî ku kêm bixwaze ji mafên serweriyê paşde gav bihavêje, tê wateya van hevdîtinan û van hemû pêngavan."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin