PeyamaKurd – Navend Îstenbol li 3 bajaran operasyona ser Partiya Komunîst ya Marksist-Leninist (MLKP) hat kirin û 11 kes hatin binçavkirin. Dadgehê ji 11 kesan 9 kesan biryara zîndanîkirina wan da û wan şand zîndanê. Operasyon ji aliyê beşa asayîşê ya TEM ê de hat kirin.
Operasyon li bajarên Îstenbol, îzmîr û Bursayê hat kirin. Piştî îfadên 11 kesan li baregeha asayîşa Îsnebolê hat girtin, wan şandin dadgehê û dadgeh biryara zîndanîkirina 9 kesan da. Navên kesên di operasyonê de hatine girtin nehat dayîn. 2 kes ji wan bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin