"Eger yek Kurd jî lê nemîne Kerkûk dîsa Kurdistanî ye"

"Eger yek Kurd jî lê nemîne Kerkûk dîsa Kurdistanî ye"

Peyamakurd – Endamekî parlamentoya Kurdistanê bersiva sefîrê Tirkiyê li Iraqê da ku gotibû qaşo “Kerkûk warê bav û kalên me ye!”


Sefîrê Tirkiyê li Bexdayê Fatih Yildiz, roja cejna Qurbanê çûbû Kerkûkê û li nav Tirkmenên bajêr de gotibû ku qaşo “Kerkûk warê bav û kalên me ye!”


Parlamenterê Kurdistanê Omêd Xoşnav bi daxuyaniyekê bersiva wî dîplomatê Tirkiyê da û got, gotinên sefîrê Tirkiyê li dijî pîvanên dîplomatîk e û tê wateya fitnegeriyê! Çimkî gotinên wî dibe sebeba tehrîkbûna xelkê Kerkûkê û çanda pêkvejiyanê hedef digire.

 

Omêd Xoşnav her wiha got, sefîrê Tirkiyê bi wan gotinên xwe şekir şikandiye. Em jî li hember wê şekir şikandina wî de dibêjin ku Kerkûk bajarekî Kurdistanî ye lê gel û ayînên cuda tê de dijîn. Mixabin ji ber xiyaneta 16 Cotmehê Kerkûk niha hatiye dagîrkirin lê wek sembola netewî ya me ya mezin Barzaniyê Nemir kerem kiriye; Eger yek kurd jî li Kerkûkê nemîne Kerkûk dîsa her Kurdistanî ye…

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin