Elî Ewnî: Em dixwazin ezmûna Kurdistanê veguhêzînin Iraqê

Elî Ewnî: Em dixwazin ezmûna Kurdistanê veguhêzînin Iraqê

PeyamaKurd - Endamê Komîteya Navendî ya PDKê Elî Ewnî di kongreyeke rojnamevanî de behsa neşandina bûdce û mûçe ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, bangeşeya hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê û çend mijarên din de kir.

Elî Ewnî ragihand: “Biryarderên Bexdayê naxwazin xizmetguzariyê ji gelê xwe re bikin. Ew rê nadin ku em jî xizmeta gelê xwe bikin, astengiyan çêdikin, bûdceyê naşînin û naxwazin avadaniya niha ya Herêma Kurdistanê berdewam bike.”

Endamê Komîteya Navendî ya PDKê da zanîn ku ew dixwazin ezmûna avedanî, ewlekarî û pêşketina Kurdistanê veguhêzînin Mûsil, Enbar û bajarên din ên IraqÊ û daxwaz ​​ji biryarderên Iraqî kir ku werin û ji vê ezmûnê sûd werbigirin.

Biryar e hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê di roja 18.12.2023an de bên kirin.

Elî Ewnî di derbarê xebatên hilbijartinên Iraqê de jî wiha got : “Namzedên me li Mûsilê ofîsek ji bo bangeşeya hilbijatinan vekirine. Lê Heşda Şeibî li kêleka wan navendek danî, da ku namzedên me nekaribin bi rêk û pêk bangeşeya xwe bikin. Ev ne reftara dewletbûn û demokrasiyê ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin