Mesrûr Barzanî: Li Herêma Kurdistanê medya bi temamî azad e

Mesrûr Barzanî: Li Herêma Kurdistanê medya bi temamî azad e

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi helkefta Roja Rojnamegeriya Kurdî û salvegera derçûna yekemîn hejmara rojnameya "Kurdistan" a li ser destê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan, her wiha salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê, peyameke vîdyoyî belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de pîrozbahî li hemû rojnamegerên Kurdistanê kir û tekez kir ku li Herêma Kurdistanê karê medyayî bi temamî azad e. Serokwezîr destnîşan kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya qanûnî de pabend e bi dabînkirina jîngeheke guncav ji bo azadiya derbirînê û hêsankirina karê rojnamegeran.

Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser giringiya parastina pîşeyîbûnê û bang li rojnameger û sendîkayan kir ku nehêlin pîşeya rojnamegeriyê ji bo armancên xerab were bikaranîn. Barzanî daxwaz kir ku azadiya çapemeniyê nebe amûrek ji bo xirabkirina navûdeng an jî ji bo karên derveyî exlaqê pîşeyî. Serokwezîr di dawiya peyama xwe de spasiya xebata rojnamegeran kir û hêvî kir ku medya di pêşxistina civakê û parastina destkeftiyên niştimanî de her tim roleke avaker û berpirsiyar bilîze.