PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû, li ser gefên Îranê yên êrîşkirina nişka ve ya ser Îsraîlê ragihand ku ew ji her cûre senaryoyên şer re amade ne.
Netanyahû di serdana baregeha asmanî ya li başûrê Îsraîlê de ji rojnamevanan re axivî û got, “Îsraîl li Şerîda Xezzeyê di nav şer de ye, lê ji bo herêmên din jî ji her cûre senaryoyan re amade ye.”
Herwiha Netanyahû diyar kir ku ew amade ne hemû pêdiviyên ewlehiyê yên hêzên ewlekariyê dabîn bikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, artêya Îsraîlê 1ê Nîsanê êrîşî balyozxaneya Îranê ya li Şam a paytexta Sûriyê kiribû û di wê êrîşê de 2 ji wan generalên pasdaran 7 pilebilindên pasdarên Îranê hatibûn kuştin. Piştî vê êrîşê rageşiya li Rojhilata Navîn gihîştiye asta herî bilind û Îranê dibêje, wê ew êrîş bê bersiv nemîne.
Li aliyê din Amerîka jî dide xuyakirin ku ger Îranê êrîş bike ew dê ligel bersiva Îsraîlê tevbigerin û piştevaniyeke tam didin Îsraîlê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin