PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Filistînê yê Herêma Kurdistanê Nizar El-Exres kir û hemû piştgiriya hikûmetê ji bo serxistina erkê wî nîşan da.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro Duşemê li paytext Hewlêrê pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Filistînê li Herêma Kurdistanê Balyoz Nizar El-Exres kir.
Barzanî, tevî pîrozbahiya bi boneya destbikarbûna wî, hêviya serkeftinê jê re xwest û hemû piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo serxistina erkê wî derbirî.
Konsulê Giştî yê Filistînê silav û rêzên Serokê Filistînê Mehmûd Ebas gihandin Serokwezîr û tekezî li ser girîngiya bihêztirkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Filistînê kir û spasiya piştgiriya berdewam a Herêma Kurdistanê ya ji bo gelê Filistînê kir.