Mesrûr Barzanî: Wek hikûmet em ê pistevanê ciwanan bin

Mesrûr Barzanî:  Wek hikûmet em ê pistevanê ciwanan bin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir, ew her dixwaze ciwanên Kurdistanê pişta xwe bi xwe û bi şiyanên xwe ve girê bidin û ew jî wek hikûmet piştevanê wan dibin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Hewlêrê di beşdariya 6emîn eventa TEDx Niştiman de da zanîn, îsal gelek kes beşdarî vê eventê bûne, ev jî wê yekê nîşan dide ku ruhiyeta dahênan û dirustkirinê li cem ciwanên me çend e ku ev hêviya me ya bi salan e.

Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Min her dem xwestiye ciwanên me pişta xwe bi xwe û şiyanên xwe ve girê bidin, derfetên kar ji bo xwe û kesên din pêk bînin, tiştê ku em ê jî bikin, wek hikûmet em ê piştevanê wan bibin.”

Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî destxweşî li rêkxerên vê eventê kir û got: “Ez hêvî dikim sal bi sal serkeftîtir bin û evetên baştir bikin û bigihîn hemû hêviyên xwe.”

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin