Mesrûr Barzanî: Yên êrîşî Kurdistanê dikin mûçexurên Bexdayê ye

Mesrûr Barzanî: Yên êrîşî Kurdistanê dikin mûçexurên Bexdayê ye

PeyamaKurd - Komîteya Ewlehiyê û Krîzan a Herêma Kurdistanê îro Sêşemê 17ê Adarê bi seroktiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li paytext Hewlêrê civiya.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê piştî civînê di civîneke rojnamevanî de behsa alozî û pêşveçûnên vê dawiyê yên deverê kir û bal kişand ser rewşa ewlehiyê ya deverê û êrîşên li ser Herêma Kurdistanê.,

Mesrûr Barzanî, tekezî li ser yekrêzî û hevxemiyê kir û got: “Em xelkê Kurdistanê piştrast dikin ku man û mirina me dê bi hev re be û her tiştekî pêdivî be, em dê ji Kurdistanê re bikin.”

Serokwezîr Barzanî, bal kişand ser êrîşên bi moşek û dronan ên ku vê dawiyê li ser Herêma Kurdistanê zêde bûne û ragihand: “Ti hincet ji bo wan êrîşan nînin û kesên ku êrîşan dikin mûçexuerên hikûmeta federal in.” Barzanî got, “Hikûmeta Federal ji bo rawestandina wan êrîşan berpirs e.”

Mesrûr Barzanî eşkere jî kir ku, hêzên ewlehiyê yên Kurdistanê bi berpirsiyarî tevgeriyane û spasiya hêzên hevpeymanan jî kir ku rêyê li ber wan êrîşan digire.

Mesrûr Barzanî di beşeke din a axaftina xwe de li ser mijara petrolê got ku, ew alîgirên hinardekirina petrolê ne û pêdivî nake ku tu kesek mizayedeyan bi vê mijarê bike, ji ber ku Herêma Kurdistanê rê li ber hinardekirina petrola Iraqê negirtiye. Serokwezîr Barzanî got: “Êrîş sedema sereke ya kêmbûna berhemê petrol û gazê li Herêma Kurdistanê ne.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bang li aliyên siyasî kir ku, berjewendiyên gelê Kurdistanê li ber çavan werbigirin û piştrastî da ku, tûşî pirsgirêkên xwarinê nabin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bicihanîna sîstema ASÎKUDAyê jî tekez kir: “Me rê li ber bicihanîna sîstema ASÎKUDAyê negirtiye û me razîbûna xwe li bicihanîna wê diyar kiriye, lê divê mekanîzma bicihanîna wê bi rêya Herêma Kurdistanê be, vê yekê jî dem divê.”