PeyamaKurd- Wezîrê Karên Navxweyî yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, ji bo ku hin hevdîtinên dîplomatîk bike, derbasî Amerîkayê bû û hat zanîn ku dê li Washingtonê, bi rayedarên Amerîkayê re bicive.
Rêber Ehmed, di çarçoveya serdaneke fermî de çû Amerîkayê û hat ragihandin ku li Washingtonê ji aliyê Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê Beyan Samî Ebdulrehman ve hat pêşwazîkirin.
Tê çaverêkirin ku Rêber Ehmed bi nûnerên Koşka Spî, Kongre û rêxistinên din û berpirsên Wezareta Derve, Berevanî û Xezîneyê re jî bicive.
Hat ragihandin ku Wezîrê Herêma Kurdistanê Ehmed dê di 14ê Hezîranê de li Enstîtuya Aştiyê ya Amerîkayê li ser rewşa siyasî, ewlehî û mirovî ya Iraq û Herêma Kurdistanê biaxive.
Li ser vê serdanê, Beyan Samî Ebdulrehman di daxuyaniya xwe de got ku “Em serdana Wezîrê Karên Navxweyî ya Washingtonê, ji bo bipêşxistina têkiliyên bi Amerîkayê re mijûlbûna bi mijarên ewlekarî, mirovî û siyasî, girîng dibînin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin