PeyamaKurd – Hate ragihandin ku leşkerekî din ê Fransî ku doh Yekşemê di dema perwedekirina hêzên Iraqî de bi giranî birîndar bûbû,li nexweşxaneya Hewlêrê can daye.
Wezareta Hêzên Çekdar ên Fransayê îro 21ê Tebaxê ragihand, leşkerê Fransî yê bi navê Nicolas Latort ku bi ser Fewca Şeşemîn a Endezyaran ve bû, di dema perwerdekirina hêzên Iraqî de can daye.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, ew leşker bi helîkopterê bo nexweşxaneyeke Hewlêrê hatiye veguhestin û ji ber giraniya birînên xwe, jiyana xwe ji dest da.
Di daxuyaniyê de cihê bûyerê nehat eşkerekirin, lê hatiye gotin ku Nicolas Latorte roja 21ê Gulana 2023yan di operasyonên derveyî de cih girtiye û bi hêzên ewlekariya Iraqê re beşdarî rahênaneke tedbîrên teqemeniya vedayî bûye.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî derengiya şeva Înê ragihandibû, leşkerekî Fransî li Iraqê dema ku ji bo perwerdeya hêzên çekdar ên Iraqê di rê de bû, di bûyereke trafîkê de can daye.
Di bûyerê de efserekî din ê leşkerî jî bi giranî birîndar bûbû û niha li nexweşxaneya leşkerî ya Bexdayê tê dermankirin.
Welatê Fransa yek ji endamên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ye û di 9 salên borî de, li Iraq û Herêma Kurdistanê, alîkarî û perwerdeya leşkerî pêşkêşî artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge kiriye.
Hezar û 100 leşkerên Fransî li Iraq û Kurdistanê hene
Fransa di sala 2014an de û di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de; 120 leşkerên xwe ji bo perwerdekirina hêzên ewlehiyê yên Iraqê û Pêşmerge şandin Hewlêr û Bexdayê. Piştre jî hejmara leşkerên wî welarî li Iraq û Herêma Kurdistanê gihîşt nêzîkî 1100 leşkeran.
Di şerê DAIŞê de balafirên Fransayê zêdetirî 1500 êrîş pêk anîn
Ji destpêka şerê li dijî DAIŞê yê sala 2014an heta dawiya sala 2022yan, firokeyên şer ên Fransayê zêdetirî 1500 êrîşên asmanî li dijî şane û baregehên DAIŞê li Iraq û Sûriyê pêk anîne û zêdetirî 2 hezar û 250 armancên rêxistina terorîst ji nav birine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin