PeyamaKurd – Meytê jinekê li gundekî ser bi îdareya serbixwe ya Zaxoyê hat dîtin.
Li gor hat zanîn, meytê jineke 42 salî ku xelkê ne Zaxoyê ye, li gundê Hesen Reşo yê ser bi îdareya serbixwe ya Zaxoyê kuştî hat dîtin.
Herwiha hat eşkerekirin, derbeke giran li serê jinikê ketiye û dibe ku ji ber vê yekê can dabe.
Herî dawî hat ragihandin, meytê jina kuştî, veguhestine Saziya Tiba Dadî ya Zaxoyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin