PeyamaKurd – Li devera Germiyan, çemek ji aliyê çend kesan ve hat jehrîkirin û di encamê de bi hezaran masî mirar bûn.
Serokê borda saziyên jîngehê li Silêmaniyê Mehrûf Mecîd diyar kiriye, mixabin do ji aliyê çend kesan ve çemê Roxane li nahiya Qadirkerem ya Germiyanê hatibû jehrîkirin ji ber wê jî herî kêm 4 ton masî û candarên çêm mirar bibûn.
Mehrûf Mecîd nîgeraniya xwe li hember vê yekê aniye ziman û daye zanîn, ev karê han enfalkirina jîngeh û sirûştê ye. Em ê li dadgehê li wan gilî bikin da ku ew kesên han bên dîtin û sizadan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin