Mizgîna Murad Karayilan hate askerekirin

Mizgîna Murad Karayilan hate askerekirin

PeyamaKurd - Navenda Parastina Gel (NPG) a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ‘Mizgîniya Newrozê’ ya ku Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murad Karayilan çend roj berê behsa wê kiribû aşkere kir.

Murad Karayilan 15ê vê mehê di hevpeyvînekê de gotibû, “Wekî rêveberiya tevgera me, vê Newrozê, di nava çend rojên pêş de em ê mizgîniyekê bidin gelê xwe.”

NPG mizgîna Karayilan wiha eşkere kir:

“Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bûne xwedî wê derfetê ku Frokeyên Bêmirov bê bandor bikin.”

NPGê herwiha da zanîn ku hêzên wan bi giştî 15 SÎHA anîne xwarê.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel li ser bikaranîna frokeyên bêmiroav a ji aliyê Tirkiyeyê ve wiha got:

“Bi taybetî bi van makîneyên mirinê, di serî de li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê, li gelek deverên cuda li hemberî xelkê me yê bêguneh, bi dehan hêriş kirin û bi sedan mirovên me qetil kirin. Lê belê êdî Gerîla bûn xwedî wê derfetê ku frokeyên bêmirov bê bandor bikin.”

“Hêzên me 15 frokeyên bêmirov anîn xwarê”

Di daxuyaniya NPGê de hate angaştin ku hêzên PKKê plana dagirkeriyê ya faşîzmê ya li ser Başûrê Kurdistanê têk birine û wiha dom kir:

“Tevî hemû hewldanên dijmin ên ji bo tecrîdkirina gelê me li qada navneteweyî, gelê Kurd sîstema mûşekan ya ji bo vî şerî pêwîst peyda kir û gihîşt wê astê ku dewleta Tirk bixe nava hevsengiyekê. Dewlet û artêşa Tirk gelekî baweriya xwe bi frokeyên bêmirov tîne. Li her deverê propagandaya wê dike. Xwe dispêre wê û hewl dide hevsengiya şer biguherîne û li Kurdistanê her roj bi sûîqestan komkujiyan bike. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bûn xwedî wê derfetê ku frokeyên bêmirov bê bandor bikin. Ji 13ê Sibata 2023yan û vir ve hêzên me 15 frokeyên bêmirov yên ji cureyên cuda anîn xwarê.”

Li hêla din, NPGyê lîsteya SÎHAyên ku hatine xistin da û detnîşan kir ku ew ê dîmenan jî belav bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin