PeyamaKurd - Yekîtîya Ewropayê (YE), pêşwazî li destibikarbûna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê ya bi seroktiya Mistefa Kazimî kir û da xuya kirin ku wê aramîyê li Iraqê vegerîne.
Berpirsê Sîyaseta Bilind ê Pêwendiyên Derve yê YEyê Josep Borell ragihand ku hikumeta nû ya Iraqê bi serkirdayetîya Mistefa Kazimî, gaveke yekalîker e ji bo vegerandina aramîyê û çareserkirina krîzên Iraq rûbirûyî wan bûye.
Borell got: Yekîtiya Ewropayê pabende bi karkirinê li gel Mistefa Kazimî bo pêkanîna aştî û demokrasîyê û daxwazîyên rewa yên gelê Iraqê.
Borell da zanîn ku ew bawerin wezaretên mane dê di zûtirîn demê de bikevin xizmetê û got: "Em hîn jî amade ne bi serokwerzîr Mistefa Kazimî re alîkar bin û ewlehiya Iraqê û xwestekên gelên wê biparêzin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin