MSD: Êrîşa li ser Kobaniyê kiryarek tolhildanê ye!

Dîroka Weşanê :
MSD: Êrîşa li ser Kobaniyê kiryarek tolhildanê ye!

PeyamaKurd – Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) hişyariyek tund li ser "zêdebûna xeternak" li herêmên Rêveberiya Xweser da û diyar kir ku komên çekdar ên radîkal ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê gefek rasterast li ser bajarê Kobaniyê çêdikin.

MSD di daxuyaniya xwe de tekez kir ku êrîş gelê Kurd û hêzên ku "di pêşengiya şerê li dijî DAIŞê de bûn û di têkçûna wê de rolek lîstine" hedef digirin.

Encûmenê kiryarên komên radîkal şermezar kir û got, "Îdamkirina şervanên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) piştî ku ew dîl hatin girtin û berdana endamên DAIŞê dubarekirina terorîzmê ye; ev gefek rasterast li ser ewlehiya herêmî û navneteweyî ye."

Her wiha hişyarî da li ser îhtîmala "komkujiyên nû yên mîna yên li dijî Elewî, Durzî û Kurdan li Helebê."

"Êrîşa li ser Kobanî hewldanek ji bo tolhildanê ye"

Daxuyaniya MSDê bajarê Kobanî wekî "sembola berxwedana cîhanî ya li dijî DAIŞê û destpêka hilweşîna rêxistinê" bi nav kir û tekez kir ku bajar bi gefek rasterast re rû bi rû ye û wiha got:

"Êrîşa li ser Kobanî êrîşek li ser nirxên demokratîk û azadiyê ye; ew di heman demê de hewldanek ji bo tolhildana kesên ku terorîzm têk birin e."

Bang ji bo piştgiriya HSDê

Meclîsê banga piştgiriyê ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSDê) kir û wiha got:

"Îro piştgiriya HSDê ne hilbijartinek siyasî ye; ew berpirsiyariyek exlaqî û mirovî ye ku pêşî li vegera terorîzmê bigire û sivîlan biparêze."

Meclîsê herwiha hişyarî da ku "paşguhkirina van xetereyan wê bibe sedem ku terorîzm careke din li deriyê cîhanê bixe."

Dema ku MSDê pabendbûna xwe ya ji bo diyalog û danûstandinan bi Hikûmeta Demkî re dubare kir, "kiryarên hovane yên rejîma Şamê, ku diyalog û çareseriya aştiyane red dike" şermezar kir.