NYT: Îranê plana êrîşa li ser Îsraîlê betal kir

NYT: Îranê plana êrîşa li ser Îsraîlê betal kir

PeyamaKurd - Rojnameya New York Times (NYT) îdia dike ku Îranê piştî destwerdana Serokê Amerîkayê Donald Trump plana xwe ya êrîşa li ser Îsraîlê betal kiriye.

Li gorî rapora NYTê, sê berpirsên Îranî, ku nexwestin navê wan bê eşkerekirin, piştrast kirine ku Tehranê êrîşa xwe ya plankirî ya li ser Îsraîlê terikandiye. Raport dibêje ku peyama "ragirtinê" ya Donald Trump ku bi rêya navbeynkaran ji Tehranê re hatiye şandin, di vê biryarê de bandorker bûye.

Rojnameyê destnîşan kir ku berî betalkirina plana êrîşê, li navendên biryardanê yên li Tehranê nîqaşên germ çêbûne.

Nûçeya betalkirinê piştî daxuyaniyên pir tund ên aliyê Îranî tê. Elî Ekber Welayetî, şêwirmendê sereke yê Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî, doh di daxuyaniyekê de li ser medyaya civakî êrîşa Îsraîlê ya li ser Beyrûtê wekî "xeletiyek stratejîk" bi nav kir.