Nêçîrvan Barzanî: Em pîrozbahiya birayên xwe yên li Sûriyê dikin

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rêkeftina di navbera Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî pîroz kir.
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir, “Rêkeftin nexşerêyeke guncayî ye ji bo paşerojê û qonaxa veguhêz... Em careke din tekezî li ser piştevaniya Herêma Kurdistanê bo aştî û aramiya Sûriyeyê dikin.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di peyama ku îro 11ê Adarê belav kir de ragihand, “Em pîrozbahiyê li birayên xwe yên li Sûriyeyê dikin, ji ber rêkeftina di navbera Serokê Sûriyeyê û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, ku nexşerêyeke guncayî ji bo pêşerojê û qonaxa veguhêz pêk tîne.”
Nêçîrvan Barzanî got: “Pêşwaziya Sûriyeyan ji rêkeftinê re, wek hemû neteweyên herêmê, daxwaza wan a aramiyê û çareseriyeke aştiyane ya bê tundûtûjiyê nîşan dide.”
Serokê Herêma Kurdistanê da zanîn: “Di dema ku em pêşwazî li vê rêkeftinê dikin, piştgîriya temam a Herêma Kurdistanê ji bo aştî û aramiya Sûriyê tekez dikin. Herwiha em doza parastina mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê û beşdariya çalak di avakirina Sûriyeke azad û pêşketî de dikin.”
Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.




