PeyamaKurd - Li Iraqê koalîsyona herî mezin a ku ji 16 partiyan pêk tê wê hikûmetê ava bike.
Li Iraqê piştî hilbijartina 12ê Gulanê ji bo rûniştina ewil a meclisê ya ku wê sibê çêbibe ji 16 partiyan 177 parlamenter beşdarî koalîsyonê bûn.
Hat ragihandin hin partiyên din wê paşê beşdarî koalîsyonê bibin. Lê koalîsyona çêbû wê bikaribe hikûmetê ava bike.
Di koalîsyonê de Şiî, Erebên Sunî, Tirkmen, Êzdî, Xrîstyan û komên din hene.
Partiyên koalîsyonê ava kirin demek berê daxuyaniyek weşandibûn û di daxuyaniyê de gotibûn di koalîsyonê de Saîrun, Nasr, Hikmeta Neteweyî, Wataniyye, Koalîsyona Qerarê, Eniya Tirkmenên Iraqê heye û ev koalîsyona herî mezin a Meclisê ye.
Li Meclisê 329 kursî hene, ji bo koalîsyonê 166 parlamenter hewce dike.
177 parlamenter hatin bal hevdu ku hikûmetê ava bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin