Li Afxanistanê teqîn: 7 kes mirin

Li Afxanistanê teqîn: 7 kes mirin

PeyamaKurd-  Berdevkê asayîşa bajarê Faryabê  ya li bakûrê Afxanistanê dikeve Ebdulkerîm Yûrîş ragihand ku li navçeya Almarê bombe xistine kenarê  rê û di encama teqînê de 7 sîvîl jiyana xwe ji dest dane.

Teqîn di dema ku sîvîl bi erebeyan di herêmê de derbas bûne hatiye kirin. Di teqînê de ji bilî 7 kesên mirî kesek jî birîndar e.

Yûrîş ji teqînê rêxistina Talîbanê berpirs digre.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin