PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî re, pêwendiyeke telefonî pêk anî û li ser hejmarek pêngavên sereke ber bi çareserkirina pirsgirêkan li hev kir ku di nêzîktirîn demê de, Iraq 320 milyar dînaran dişîne.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî, li ser pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bi rêya pêwendiyeke telefonî gotûbêj kirin
Di pêwendiyê de, tekezî li wê yekê hat kirin, ku Destûra Iraqê binemayê çareseriya hemû pirsgirêkan e û her rêkeftinek divê taybetmendiyên Herêma Kurdistanê û berjewendiya tevayiya gelên Iraqê berçav bigre.
Di wê pêwendiyê de her du aliyan bal kişandin ser pêşveçûna hevdîtinan ku berhemê danûstandina çendîn mehan ên şandên danûstandinên her du aliyan e.
Li ser binemaya wê lihevtêgihiştinê, li ser çareseriyan û pirsgirêka mûçexûrên Herêmê rêkeftin û biryar dan li gorî rewşa niha ya darayî ya Iraqê, di nêzîktirîn demê de, gujmê 320 milyar dînar wek beşê mûçeyekê, ji Bexda bo herêmê bişîne.
Herwiha her du alî tekezî li berdewamiya danûstandinan bi arasteya çareseriya hemû pirsgirêkan kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin