Kurdistan | 23 wefat û 659 pêketinên nû hatin tomarkirin

Kurdistan | 23 wefat û 659 pêketinên nû hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê îro Duşemê di daxuyaniya ser rewşa dawî ya vîrusa koronaya nû Covid-19 de ragihand, 659 kesên din bi vîrûsa koronayê ketine û 23 kes jî pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê da xuyakirin, di 24 demjimêrên borî de 659 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 223 kes li Hewlêrê, 159 kes li Silêmaniyê, 35 kes li Germiyanê, 5 kes li Raperînê, 220 kes li Duhokê û 17 kes li Helebceyê ne.

Wezaretê eşkere kir ku di nav 24 demjimêrên borî de 23 kesan li seranserê Herêma Kurdistanê ji vîrusa koronayê can daye û 232 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 90259 kesan, ya mirinan bû 2866 kes û heta niha 55514 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin