PeyamaKurd - Rojnameya Şerq-El Ewsed îro 13ê Nîsanê raporek derbarê hewldanên dagirkirinê yên dewleta Tirkiyê ji bo herêmên Bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de belav kir ku tê de dibêje,Washington û Ewropayê hişyarî daye Tirkiyê daku nekeve nav hewldaneke wiha.
Rojnameyê di gotara xwe de destnîşan kir ku wezareta parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) wê zêdetirî 400 leşkerên xwe li herêmên rojhilatê Feratê bihêle.
'AMERÎKA Û RÛSYAYÊ LI HEV KIRINE'
Li gor rojnameyê ji bo ku aramî li herêmê pêk were Amerîka û Rûsyayê li ser pêşnûmeya “Dij-Pevçûnê” li hev kirine.
Rojnameyê diyar kir, hewldanên dewleta Tirkiyê yên ji bo dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî li pêşberî vê pêşnûmeyê dibin asteng.
Washington û dewletên Ewropayê hişyarî dan Tirkiyê û gotin: “Hewldanên Tirkiyê wê bandoreke neyînî li têkiliyên wê bi rojava “Ewropa” re bike û wê tevliheviyekê li Bakur û Rojhilatê Sûrî çêbike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin