PeyamaKurd – Derbarê binpêkirinên derheqê Êzîdiyan de, di bin durişmeya Îslamkirina Êzîdiyên Efrînê de, 13 saziyên Êzîdî, mafnasî û çandî yên Kurdî, daxuyaniyeke hevbeş bi raya giştî re parve kirin.
Di daxuyaniyê de, saziyan bang li rêxistinên navneteweyî û Îslamî yên fermî kir ku rê li ber sûcên derheqê Êzîdiyên li Efrînê dibin, bigirin
Naveroka daxuyaniyê wiha ye:
Êzîdî li Efrînê ji ber ola wan, rastî hemû cureyên îşkence, qirkirin, binçavkirin, terorkirin, koçberkirin û guhertina demografîk û desteserkirina mal û milkên koçberan, destdirêjî û heqareta li durişmeyên olî tên. Her wiha mezar û perestgehên Êzîdiyan hildiweşînin û wan bi darê zorê dikin misilman.
Daxuyaniyê destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkî çeteyên DAIŞê bi ser Êzîdiyên li Efrînê mane berdan, da ku gundên Êzîdî li Efrînê ji niştedagîrên Xûta, Idlibê, malbatên serokên Itîlafê û çekdaran re bikin wargeh.
Saziyên ku îmza xwe li daxuyaniyê dane, ev in:
1- Komeleya Kaniya Spî ya çandî û civakî
2- Desteya Zagonî ya Kurdî
3- Êzdîna
4- Navenda Dadê ya Mafên Mirovan
5- Yekîtiya Êzdiyên Sûriyê
6- Rêxistina Mafên Mirovan – Efrîn Sûrî
7- Komeleya Civaka Kurdî li Stûtgartê
8- Foruma Almanî-Kurdî
9- Kombûna Êzdî ya Sûrî
10- Meclisa Êzdî ya Sûrî ya Bilind
11- Tevgera Êzdiyên Azad
12- Kombûna Çandî û Civakî ya Êzdî li Almanya
13- Komeke mafnasên Êzdî li Sûriyê
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin