Ji ber daxuyaniyên li dijî operasyonê lêpirsîn li Buldan û Temelli hat vekirin

Ji ber daxuyaniyên li dijî operasyonê lêpirsîn li Buldan û Temelli hat vekirin

PeyamaKurd - Serdozgeriya Enqereyê, der barê hevserokên HDP, KCD û HDK'ê yên li dijî operasyona li dijiî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertekên xwe anîn ziman lêpirsîn da destpêkirin. 

Hevserokên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî operasyona Tirkiyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civînek hevpar li dar xistin û helwesta xwe ya li dijî operasyonê anîn ziman.

Hevserokê HDP Sezaî Temellî, Hevserokê KCDê Berdan Ozturk, Hevberdevkên HDKê Gulîstan Kiliç Koçyigit û Sedat Şenoglu û Hevserokê Giştî yê DBPê Mehmet Arslan di civînê de amade bûn.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, piştî daxuyaniya duh derbarê Hevserokên HDP, KCD, HDKê de lêpirsîn da destpêkirin. 


HDP: Êrişa Tirkiyê ya li dijî Rojavayê destkeftiyên gelê Kurd armanc digire

Ji 17 partiyên Kurdistanî daxuyaniya hevpar: Tirkiyê hebûna Kurdan armanc digire

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin