Aras Sêx Cengî gef xwar: Di 48 saetan de wê çek bên bikaranîn!

Aras Sêx Cengî gef xwar: Di 48 saetan de wê çek bên bikaranîn!

PeyamaKurd – Endamê Encûmena Bilind a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Aras Şêx Cengî ku pêşengiya bûyerên radestkirina Kerkûkê ya sala Cotmeha 2017an bo hêzên Iraqê kiribû, bal kişand ser aloziyên nava YNKê û gefa bikaranîna çekan xwar.

Şêx Cengî li ser rewşa Silêmaniyê gotiye ku kêşeyên nava YNKê gelekî têkelî hev bûne û wê di nava 48 saetan de çek bên bikaranîn.

Cengî gotiye ku niha rêveberên YNKê dûrî rêbaza Mam Celal bûne û Silêmanî jî di pêvajoyeke xeter de derbas dibe û şerê Hekarî yê heyama berê di nav partiyê de bibîr xistiye.

Aras Şêx Cengî, li ser îdiayên ku birayê wî Lahur Şêx Cengî yê hevserokê berê yê YNKê, hêzeke cekdar pêk aniye jî diyar kir, “Ne di wê baweriyê de me ku hêza çekdar pêk bîne. Pasevanên YNKê wergirtine. Dibe ku pasevan bin, ne hêza çekdar.”

Herwiha Şêx Cengî daye xuyakirin, heger rewşa nav YNKê çareser nebe, ew dê terka Kurdistanê bide û daye zanîn, aloziya nav YNKê çiqas zêde bibe rewşa Silêmaniyê jî xirab dibe.

Hêjayî bibîrxistinê ye, aloziya nava YNKê piştî ku Bafil Talebanî, 8ê Tîrmeha 2021ê serokên îstixbarat û têkoşîna dijî terorê guhertin û piştre jî erkên Lahûr Şêx Cengî jê wergirtin, zêde bûbû.

Herî dawî jî Bafil Talebanî bi biryara partiyê sîstema hevseroktiyê hilweşandibû û 2yê Mijdara 2021ê jî Aras Şêx Cengî ji kar dûr xistibû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin