Nêçîrvan Barzanî bi boneya Mewlûda Pêxember peyamek belav kir

Nêçîrvan Barzanî bi boneya Mewlûda Pêxember peyamek belav kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya salvegera rojbûna Pêxemberê Îslamê peyamek belav kir û Mewlûda Pêxember li misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê pîroz kir.

Nêçîrvan Barzanî hêvî xwest ku ev bîranîna pîroz xêr, xweşî, aramî û bextewariyê ji bo hemûyan bi xwe re bîne.

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de tekez kir ku divê ev roj bibe sedema xurtkirina giyanê biratî, lêborîn û pêkvejiyana aştiyane ya di navbera hemû pêkhateyan de.

Wî destnîşan kir ku divê ev bone bibe derfetek ji bo nûkirina pabendbûna bi peyam û nirxên bilind ên Pêxember di belavkirina qencî, dadperwerî û mirovdostiyê de da ku civak bi hev re ber bi paşerojeke ewletir gav bavêje.