PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emir Abdullahiyan, li ser dijwarbûna şerê Xezeyê got, êdî berfirehbûna şer bûye neçarîyek.
Li gorî ajansa ÎRNA ya Îranê Abdullahiyan, di pêwendiya doh ya telefonî ku ligel hemkarê xwe yê Qeterê pêk aniye de, gotiy: “Bi dijwarbûna şerê li Xezeyê yê dijî sivîlan re, berfirehbûna şer bûye neçarîyek.”
Hatiye diyarkirin ku di hevdîtina Abdullahyan û Sanî de, geşedanên dawî yên Filîstînê û krîza heyî ya Xezeyê hatine gotûbêjkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin