PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku balafira keşfê ya tîpa RC-135 a Hêza Hewayî ya Amerîkayê li ser Behra Çînê ya Başûr ji aliyê balafira şer a tîpa J-16 a Hêza Hewayî ya Çînê ve bi manoreke êrîşkar hatiye astengkirin.
Nêzîkbûneke metirsîdar di navbera hêzên hewayî yên Amerîka û Çînê de li ser Deryaya Çînê ya Başûr pêk hat.
Di daxuyaniya Fermandariya Hînd-Pasîfîkê ya Amerîkayê da hat destnîşankirin ku balefira keşfê ya cureya RC-135 a Hêza Hewayî ya Amerîkayê li ser Behra Çînê ya Başûr bi manovrayeke êrîşkar ji aliyê balafira şer a cureya J-16 a Hêza Hewayî ya Çînê va hatiye astengkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Amerîka wê li her derê ku hiqûqa navneteweyî destûrê bide, bi ewlehî û berpirsiyarî bifire, keştiyê bike û bixebite."
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em hêvî dikin ku hemû welatên herêma Hind-Pasîfîkê bi ewle û li gorî hiqûqa navneteweyî qada hewayî ya navneteweyî bikar bînin."
Fermandariya Hînd-Pasîfîkê ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de dîmenên nêzîkbûna xeternak a navbera Amerîka û Çînê belav kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin