Nêçîrvan Barzanî ji bo dengdana baweriyê li Bexdayê ye

Nêçîrvan Barzanî ji bo dengdana baweriyê li Bexdayê ye

PeyamaKurd - Sekreterê Giştî yê Parlamentoya Iraqê Sefwan Gergerî ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi awayekî fermî beşdarî civîna îro ya parlamentoyê dibe.

Dengdana baweriyê ya kabîneya Elî Falih Zeydî dest pê dike.

Ji bilî Nêçîrvan Barzanî, serkirdeyên herî navdar ên siyasî yên Iraqê jî hatine vexwendin da ku şahidiya pêvajoya pêkanîna hikûmeta nû bikin ku dê ji bo 18 wezaretan dengdan were kirin.

Namzedên PDKê û wezaretên hatine bipaşxistin

Di rûniştina îro de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi fermî Fuad Husên ji bo Wezareta Karên Derve û Rêbaz Hemlan jî ji bo Wezareta Avedaniyê û Niştecîkirinê wekî namzed destnîşan kirin.

Li aliyê din hat ragihandin ku dengdana ji bo 5 wezaretên girîng (Navxwe, Parastin, Çand, Kar û Koçberan) û çar postên alîkarên serokwezîr hatiye bipaşxistin. Ev yek nîşan dide ku hîna li ser hinek postên stratejîk lihevkirinên dawî nehatine kirin, lê ji bo destpêkirina kabîneyê lihevkirina li ser 18 wezaretan mîsoger bûye.