Nêçîrvan Barzanî li ser entegrasyona HSDê daxuyanî da

Nêçîrvan Barzanî li ser entegrasyona HSDê daxuyanî da

PeyamaKurd - Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşketina di proseya entegrasyona HSDê li nava saziyên dewletê de çêbûye pêşwazî kir û bi gaveke pêşketinê ya girîng a ji bo pêşxistina ewlehî û aramiya welat bi nav kir.

Barzanî got ev gav veguhertineke girîng ber bi xurtkirina ewlehî û aramiyê li Sûriyeyê temsîl dike û hêvî kir ku proseya entegrasyon temam bibe da ku rê li pêş qonaxeke nû ya parastina mafên tevahî welatiyan û pêkhateyên Sûriyeyê veke û şansên aştî, ewlehî, aramî, çareserkirin û geşkirinê xurt bike.