PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 26ê Hezîranê li Berlînê piştî hevdîtina xwe ya ligel Serokwezîrê Almanyayê Olaf Sholz ji medyakaran re behsa naveroka hevdîtinê û serdana xwe ya Almanyayê kir.
Nêçîrvan Barzanî, ev serdana xwe wekî serdaneke girîng bi nav kir û got, Almanya dixwaze peywendîyên xwe yên bi Iraqê û Herêma Kurdistanê re bihêztir bike.
Nêçîrvan Barzanî got: “Serdana me ya Berlînê li ser daxwaza Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz bû, me îro êvarê hevdîtineke baş kir, di wê kombûnê de me behsa mijarên hevbeş ên navbera Herêma kurdistanê û Almanayê kir û herwiha me behsa peywendiyên Iraqê yên bi Almanayê re kir.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir: "Tişta girîng ji bo me herduyan ew bû ku em li ser çawaniya baştirkirina peywendiyên xwe yên aborî û siyasî axivin û min daxwaz ji kir ku Olaf Sholz serdana Herêma Kurdistanê û Iraqê bike. Ew jî gelek girîngiyê bi têkiliyên Almanyayê yên bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re dide."
Nêçîrvan Barzanî li ser pirsa rojnamevanan derbarê hinardekirina petrola Kurdistanê de jî da zanîn: “Ew mijar bi aliyê Tirkiye û Iraqê ve girêdayî ye. Bexdayê heta niha jî gavên pêwîst ji bo hinardekirina petrola Kurdistanê neavêtiye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin