Nêçîrvan Barzanî metranê nû yê Keldani Mar Paulos III Nona pîroz kir

Nêçîrvan Barzanî metranê nû yê Keldani Mar Paulos III Nona pîroz kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamekî belav kir û di peyama xwe de metranê nû yê Keldani Mar Paulos III Nona, bi sedema nûh hat hilbijartin, pîroz kir. Serok Barzanî di peyama xwe de behsa girîngiya parastina çanda Xîrîstiyanan û pêkvejiyanê kir.

Nêçîrvan Barzanî, metran Mar Paulos III Nona bi sedema karê wî yê û pîroz kir û got:

“Ew, kesekî naskirî, xwedî tecrubeyekî dînî û kesayetiyekî olî ye. Em hêvî dikin ku ev bijartin bibe sedema pêkvejiyana pêkhateyan û di nav pêkhateyan de xweşbînî, jiyana bi hevre û qebûla çanda hev kûrtir bike.”

Nêçîrvan Barzanî behsa misyona Herêma Kurdistanê ya dîrokî kir û got:

“Em dubare dikin ku Herêma Kurdistanê weka her wextê ji bo temamê pêkhateyên etnîkî û dînî bibe sitargeh û dê her weka xwe dewam bike.

Em car din desteka xwe ji bo welatiyên xwe yên Xîrîstiyan yên Herêma Kurdistanê û li seranserê Iraqê radigihînin ku dê nasnama xwe û dîroka xwe ya kevin biparêzin.”

Nêçîrvan Barzanî di dawiya peyama xwe de ji bo metran Mar Paulos III Nona di karê wî yê pîroz de û ji bo civaka wî serkeftinê xwest.