PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema patrîkê nû yê Dêra Keldanî yê dinyayê hat hilbijartin, peyama pîrozbahiyê belav kir û behsa çanda pêkvejiyanê ya li Herêma Kurdistanê kir.
Mesrûr Barzanî li ser hilbijartina patrîkê nû yê Keldaniyan ya Mar Paulos III Nona, ew pîroz kir û jê re serkeftinê xwest. Barzanî got ku barê patrik daye ser milên xwe berpirsiyariyekî mezine û çaxa nû lê pîroz kir.
Barzanî di peyama xwe de behsa dewlemeniya civakî ya Herêma Kurdistanê kir û got:
“Herêma Kurdistanê bi hebûna qedîmî ya birayên Keldanî û rewşa temamê birarên Xîrîstiyanan li herêmê, serbilind e. Hukumeta me biryardare ku di navbera temamê baweriyên cuda û etnîsîteyên cuda de lihevkirinê biparêze.
Em car din dibêjin ku di mijara çanda pêkvejiyana aştiyane ya li Herêma Kurdistanê de ya di navbera pêkhateyên cuda de, em biryardarin ku em ê çanda xwe xwurtir bikin.