PeyamaKurd- Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema 49emîn salvegera avakirina Yêkîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê peyamekî belav kir. Peyama serokê herêmê weha ye:
“Bi helkefta çil û nehemîn salvegera damezrandina Yêkîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê, bi germî pîrozbahiyê li birêzan Serok û Endamên Mekteba Tenfîzî û Encumena Navendî ya Yêkîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê û hemû mamostayan û zanayên birêzên ola Îslamî ya Kurdistanê dikin ku roleke karîger û bi bandor li bihêzkirina bingehên pêkvejiyan û kultûra lêborînî û aştiya civakî û rêgirîkirina li geşkirina bîra tundiya li Kurdistanê heye. Bi çavê rêz û pêzanînê ve li rol û erkê wan yê pir biha dibînîn.
Her bi vê boneye, dûbare tekez li ser kultûra resena mirovdostî û aştîxwazî û hevdû qebûlkirina li Kurdistanê bi hemû pêkhatên olî û neteweyiyan ve dikîn, ji bo vê armanca pîroz jî Serokayetiya Herêma Kurdistanê piştevaniya berdewam, ji bo niştîman û gelê me, li karê dilsozane ya Yêkîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê dike.
Hêviya berdewamî û serkeftinê ji bo we dixwazin.”
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
21/09/2019
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin